Yerlîkaya: Li 13 bajaran 72 berguman hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn, di operasyoneke li hember DAIŞê de 72 berguman hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê “X” ragihand, li hember DAIŞê operasyonek bi navê GURZ1 hatiye li darxistin. Di operasyona ku li 13 bajaran hatî li darxistin de 72 berguman hatine desteserkirin.

Diyar kir jî, bajarên ku operasyon lê hatîn kirin wisa ne: Enqere, Edene, Antalya, Çorûm, Xerpêt, Dîlok, Hatay, Stenbol, Kîlîs, Kirikkale, Mêrsîn, Ruha, Trabzon.

Yerlîkaya amaje bi wê jî kir, “Di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê dest danîne ser gelek dirav, pereyê tirkî û materyalên dijîtal jî.”