2 xwendekarên Kurd madalyayên bronzî di Olîmpiyada Bîrkariyê de bidest xistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sê xwendekarên kurd ên Hewlêrê beşdarî 65emîn Olîmpiyada Navdewletî ya Bîrkariyê bûn û 2 ji wan madalyayên bronzî bidest xistin.
Du xwendekarên Komeleya Perwerdehiyê ya Tişkê, Elî Miqdad Mewlûd û Hatim Miqdad Mewlûd beşdarî 65emîn Olîmpiyada Navdewletî ya Bîrkariyê (IMO) li Brîtanyayê bûn û karîn madalyayên bronzî bidest bixin.
Olîmpiyada Bîrkariyê ya Navdewletî (IMO), mezintirîn olîmpiyada bîrkariyê ji bo xwendekarên lîseyê ye û her sal li welatekî tê lidarxistin. Îsal bi beşdariya 109 welatan di navbera 11-22 Tîrmehê de, li Brîtanyayê hat lidarxistin.
Îsal 5 xwendekar ji Iraq û Kurdistanê (3 ji Hewlêrê û 2 li bajarên din ên Iraqê) beşdarî 65emîn Olîmpîada Navdewletî ya Bîrkariyê (IMO) bûn.
Berî ku xwendekar beşdarî Olîmpiyadê bibin, ji wan re sê ezmûnên cuda ji aliyê rêveberiya lîseyê ve tên kirin, anku ew xwendekar di sê parzûnên cuda re derbas dibin û pênc ji xwendekarên herî zîrek li ser asta li Iraq û Herêma Kurdistanê tên hilbijartin.