Daxwaz ji Rêveberiya Xweser tê kirin çopê rake û jîngehê biparêze
Navenda Nûçeyan (K24) – Avêtina zibil û paşmayan li bajarê Qamişlo, bandoreke neyînî li ser rewşa welatiyan kiriye. Li gorî xelkê bajêr, ji ber kêmasiyên Rêveberiya Xweser û xemsariya şaredariyê di paqijkirina rêyan ji zibil û mayînan de, ew rastî gelek astengiyan dibin ku dibe sedema nexweşiyan.
Li taxa Helko ya bajarê Qamişlo gelek şop, zibil û paşmayan malan tên dîtin. Hebûna çopê li kolanan û li ber deriyan bûye cihê gazinda xelkê taxê. Bi gotina xelkê, nepaqijkirina rêyan bandoreke neyînî li ser rewşê kiriye û bûye sedema qirêjiya jîngehê û derketina nexweşiyan.
Welatî Hejar Elî: “Otomobîla şaredariyê, bi sibê tê çopê radike, lê ev têrê nake. Çop pir e û pêwîst e otomobîla şaredariyê herî kêm 2 caran bê û çopê rake.”
Welatî Hemdî Ehmed: “Şaredarî heqê rakirina çopê ji me distîne, lê rojane çopê ranake û li kolanan belav bûye.”
Welatî daxwazê ji Rêveberiya Xweser û şaredariya bajêr dikin ku erkên xwe bi awayekî baştir birêve bibin û jîngehê biparêzin, ji ber ku sedema sereke xemsariya şaredariyê ye.
Welatî Ehmed Mehmûd dibêje: “Her demekê û demekê tên paqij dikin. Xelk ji bihna zibil û çopê nexweş dikevin û kûçik jî tên ser çopê û wê belav dikin. Şaredarî pereyên xwe distîne, divê zû zû jî were paqij bike.”