Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Faris Îsa û Îvan Fayîq Cabiro
Faris Îsa û Îvan Fayîq Cabiro

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayîq Cabiro li avahiyê wezaretê pêşwaziya Serokê Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa dike.

Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de dibêje, di çarçoveya hevdîtinekê de danûstandin li ser rewşa aware û kempên Herêma Kurdistanê û wan xizmetkariyan hatin kirin ên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşkêşî koçberan tên kirin.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, danûstandin li ser benda girêdayî koçber û awareyan di hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de û pêdivîtiya alîkarî û hevahengiya nêzîk di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo bicihanîna wê bernameyê hatin kirin.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Faris Îsa spasiya piştevaniya Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ji bo awareyên Herêma Kurdistanê kir, herwesa amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo berdewamiya alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan ji bo xizmetkirina vê doza mirovî ragehand.”

Serokê Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê tekez li ser wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya vegeriyana bi dilxwazî ya awareyan ji bo deverên wan dike, lê piştî gerentîkirina deverên wan ji aliyê ewlehî û aborî û civakî û herwesa dabînkirina xizmetkariyên pêdivî jî.

Li dawiya wê hevdîtinê, Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê spasiya rol û bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo piştevanîkirina bizavên wezaretê di pêşkêşkirina xizmetkarî û alîkariyan de ji bo awareyan. Herwesa tekez jî li ser pêdivîtiya berdewam a hevahengiya navbera her du aliyan ji bo xizmetkirina awareyan kir.