Yûnis Mihemed: Zaxo di hemî kertên giştî û xizmetkariyan de pêş keftiye

Yûnis Mihemed
Yûnis Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Zaxoyê amajeyê dide ku, di dema îdarebûna Zaxoyê de wan kariye 132 kîlometran ji cadeyan li navxweya Zaxoyê qîr bikin, herwesa kariye bi dirêjahiya 56 kîlometran avrêjan çê bikin.

Serokê Şaredariya Zaxoyê Yûnis Mihemed îro (În, 26.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Piştî ku Zaxo bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûye îdareyeke serbixwe, giringî bi hemî kertên giştî û xizmetkariyên wê îdareyê hat dan û di vê demê de pêşkeftinên mezin lê peyda bûne.”

Yûnis Mihemed amaje jî da, “Di warê pêşxistina rêyan de, ji bo her pirojeyekî tîmek hemî rêkarên pêşwext bi cih tîne ji bo ku bi kêmtirîn kêmasî ji aliyê avrêjan û karebê û hêlên internetê ve çê bibin.”

Navbirî herwesa got, “Di dema îdarebûna Zaxoyê de, me kariye 132 kîlometran ji cadeyan li navxweya Zaxoyê qîr bikin, herwesa me kariye bi dirêjahiya 56 kîlometran avrêjan çê bikin, tevî çêkirina çend baxçeyan bi rûberê 92 hezar û 500 metrên ducarkî.”

Serokê Şaredariya Zaxoyê tekez jî kir, “Zaxo, di dema Kabîneya Nehê de û xasma piştî ku bû îdareyeke serbixwe, ji aliyê geştyariyê ve pêşkeftineke berçav dît, herwesa rêjeya keskatiyê jî bilind bû, vê yekê jî bandoreke erênî li ser jîngeha wê hebû.”

Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, li roja Pêncşemê, 25.07.2024, di merasîmekê de bi gojimê neh milyar û 979 milyon dînaran berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyên xizmetkariyan hat danan.