Dadgeha Malezagonê: Lixwekirina formayê Kurdistanê nabe tawan

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê dadgeha Makezagonê ve biryar derbarê formayek ku Kurdistan li ser dinivîse hat ragihandin. Dadgeh dibêje, ew formayê ku ser de Kurdistan dinivîse nabe tawan û divê di çarçoveya azadiya raderbirînê de were nirxandin ku biryara dadgeha ku wek tawan nîşan dayî de binpêkirin heye.
Di sala 2016an de li Kerboran a Mêrdînê ciwanek bi navê Abdurrahîm Kiliç formayek, ku li ser Kurdistan dinivîse û Tava Mezopotamyayê li ser bû, li xwe kiribû û ji ber vê yekê doz lê hatibû vekirin û 7 hezar û 300 lîre sizayê pere lê hatibû birrîn.
Dadgeha sizayê pere dayî jî di biryara xwe de gotibû lixwekirina tîşêrtê ku ser de tava Mezopotamyayê, rengên spî, kesk, sor û zer, nivîsa Kurdistanê heye bangeşeya rêxistina terorî ye û dadgeha bilind a bi navê Yargitay ew biryar pejirandibû.
Li ser vê yekê jî Abdurrahîm Kiliçî serî li Dadgeha Makezagonê dabû û Dadgeha Makezagonê jî di 12ê hezîranê de serîlêdan nirxand û biryar da ku Azadiya Raderbirînê ya Abdurrahîm Kiliç hatiye binpêkirin, biryarê de tê gotin ku divê doz ji nû ve were rêvebirin û her wiha di biryarê de tê amajekirin ku wek qerebukirina menewî bo Abdurrahîm Kiliç jî 10 hezar lîre were dayîn.