60 moşek arasteyî Israîlê hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke zêde ya moşekan arasteyî devera Celîlê ya bakurê rojavayê Israîlê hatin kirin, herwesa Urdinê jî asmanê welatê xwe li hemî geştên asmanî daxist.
Desteya pexşê ya Israîlê ragehand, nêzî 60 moşekan arasteyî devera Celîlê ya bakurê rojavayê Israîlê hatin kirin, ku nêzî 15 ji wan ji aliyê Israîlê ve hatine pûçkirin.
Artêşa Israîlê parve kiriye, piştî terorkirina Fermandeyê Serbazî yê Hizbulaha Libnanê Fuad Şukir, ev ji bo cara yekê ye bi dehan moşek arasteyî rojavayê devera Celîlê ya bakurê wî welatî tên kirin. Herwesa Urdinê jî asmanê welatê xwe li hemî geştên asmanî daxist.
Moşkebarankirina Israîlê piştî wê yekê hat ku îro (Pêncşem, 01.08.2024) Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrula gotibû, bersiva wan ji bo Israîlê li beranberî kuştina yek ji serkirdeyên diyar ên partiya wan yekalî bûye û li van nêzîkan dê çê bibe.
Kanala CNNê jî ji aliyê xwe ve li dû zanyarên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragehand ku, Îran û hevpeymanên xwe di dema 72 seetên bê de êrîşeke berfireh dikin ser Israîlê.