Dêrazor: Di êrîşên hêzên rêjîmê de 11 sivîl hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê û hevalbendê de li ser rojhilatê Dêrazorê de, 11 sivîl hatin kuştin ku ji nava wan 5 zarok bûn.
HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên rejîmê duhî 9ê Tebaxê komkujiyeke din li gundên Cidêde Bagara û Dehle yên li rojhilatê çemê Dêrazorê pêk anî. Di encama topbaranê de, 11 sivîl hatin kuştin ku ji nava wan 5 zarok bûn.
Ev yek piştî wê tê, ji roja sibeha roja Pêncşemê ve êrîşî ser gundê rojhilatê çemê Firatê yên di destê HSDê de kirin û şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derketin.
Di vê derbarê de, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re got: “Şer di navbera çekdarên xwecihî yên ku Iran piştgiriya wan dike û HSDê de ye. Iran û Tirkiyeyê dixwazin aloziyê li navçeyê derxin û ev aloziya ku çêbûye pilankirî ye.”
Amaje bi wê jî kir, piştî komkujiya ku hêzên ser bi rêjîmê ve kiriye, bi dehan malbat ji gundên Dehla, Cidêde Bagara û Ibrîha yên li rojhilatê çemê Firatê koçber bûn.
Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û komîteyên lêpirsînê hat kirin ku li hemberî van êrişên berpirsyariya xwe bicîh bînin.