Cotkarên Qamişlo: Debara me ji karê çandiniyê nabe
Navenda Nûçeyan (K24) – Nebûna gubre û bilindbûna nirxê mazotê, bandoreke nerênî li ser rewşa cotkar û xwediyên zeviyên çandiniyê li gundewarên Qamişlo kiriye. Bi gotina wan, qazancên berhemên wan li gorî salên borî kêm bûye û dahata ku ji firotina berhemên xwe bidest dixin, gelekî kêm e û têra xercên malbata wan nake.
Cotkar û xwediyên zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê, bi taybet li gundewarên Qamişlo, gazinan ji rewşa xwe dikin. Ew dibêjin, rewşa wan li gorî salên borî guheriye û bandoreke neyînî li hatina wan kiriye û bi zehmetî zeviyên xwe diçînin û debara xwe dikin.
Cotkar Cîger Sebrî Ehmed dibêje: “Her sal em bacanên sor, pîvazan, bacanê reş diçînin, îsal me ew çandin, lê îsal destê kar û mazot biha ye. Sala borî lîtra mazotê bi 500 lîre bû, îsal 5 hezar lîre ye.”
Li gundê Omerkê yê Qamişloyê, cotkar dibêjin ku piraniya malbatan pişta xwe bi dahata çandiniyê ve girê didin, nemaze di havînê de, lê ji ber bihabûna gubr û sotemeniyê qezenca wan kêm bûye û dahata çandiniyê têra wan nake.
Cotkar Xalid El-Hafiz dibêje: “Em bacan, pîvaz, kundir û bîberan diçînin, tiştên ku em distînin, têra me nakin, ji ber ku her tişt biha bûye. Ti giringî bi çandiniyê nayê dayîn, gubre û sotemenî nîne û biha ye.”
Sektora çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ji ber şer û rewşa xirab a aboriyê, ziyaneke mezin dîtiye û bandoreke neyînî ya mezin li ser debara jiyana cotkaran û malbatên ku debara wan li ser çandiniyê ye kiriye û hiştiye ku ew di nav xizaniyê de bijîn.