Almanya pareke din a pêdivîtiyên pizişkî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê pêdivîtiyên pizişkî ji bo hêzên Pêşmergeyan dabîn dikin. Fermandeyê Hêzên Almanyayê jî dibêje, “Alîkariyên tendirustî nîşana peywendiyên bihêz ên navbera tîma serbazî ya artêşa Almanyayê û Wezareta pêşmerge ye.”

Bi amadebûna Cîgirê Serokerkan Lîwa Rukin Hoşmen Heyder Reşîd û Fermandeyê Hêzên Almanyayê li Dijî DAIŞê û Fermandeyê Pêşxistina Şiyanan li Îraqê Kolonel Shonhover, Fermandeyê Hêzên Aêmanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoveski di merasîmekê de pareke din a alîkariyên Almanyayê, ku ji hejmareke pêdivîtiyên hawarhatina destpêkî pêk dihat, radestî Birêveberiya Mîre ya Giştî ya Serbazî ya Wezareta Pêşmerge hatin kirin.

Lîwa Rukin Hoşmen Heyder Reşîd spasiya welatê Almanyayê kir, ji ber wan alîkariyên berdewam pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan dikin, ku wan alîkariyan bandor li ser bihêzkirina warê tendirustî li WEzareta Pêşmerge hebû. Amaje jî da, Almanya ji destpêka DAIŞê heta niha alîkar û hevaheng bû û rolekê giring di pêşxistina warê pizişkî de hebû.

Navbirî rêzên Wezareta Pêşmerge arasteyî Fermadeyê Hêzên Almanyayê û şêwirmendên serbazî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê kir û ragehand, “Almanyayê di demên borî de rolekî berçav di xizmetkirina Pêşmergeyan de hebû, xasma di çêkirina nexweşxaneya Pêşmergeyan û alîkarîkirina piraniya yekîneyên serbazî li Wezareta Pêşmerge de.

Her di wê merasîmê de, Fermandeyê Hêzên Aêmanyayê li Herêma Kurdistanê got, “Peywendiyên me berdewam in û alîkariyên îro jî nîşana peywendiya bihêz a navbera tîma serbazî ya artêşa Almanyayê û Wezareta Pêşmerge ye, herwesa bicihanîna soznameyên me ye ji bo Wezareta Pêşmerge û pêngaveke erênî jî ye di avakirina hêza Pêşmergeyan de.