Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 16ê Tebaxê de peyamek parve kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê îro (În, 16.08.2024) di bîranîna 16ê Tebaxê de peyamek parve kir û tê de amaje da, “Ez bi germî pîrozbahiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û serkidetî û tevaya organan û endam û alîgiran û cemawerê PDKê û Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Di karwanê berdewam ê xebat û têkoşînê de, ez daxwaza serkeftinê ji bo partiya me û hemî dilsozên Kurdistanê dixwazim.”
Tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê
Di bîranîna 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em serê rêz û ihtîramê ji bo canê pakij ê şehîdên Kurdistanê diçemînin û silavan ji bo malbatên wan ên serbilind dişînin. Em bi rêzdarî rêberê gelê Kurdistanê û damezrînerê PDKê Barzaniyê Nemir û tevaya hevalên wî û hemî wan qehreman û şoreşgeran bibîr tînin, ên ku li ser karwanê xebata PDKê û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê tê koşîn û qurbanî da.
Ez bi germî pîrozbahiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û serkidetî û tevaya organan û endam û alîgiran û cemawerê PDKê û Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Di karwanê berdewam ê xebat û têkoşînê de, ez daxwaza serkeftinê ji bo partiya me û hemî dilsozên Kurdistanê dikim.
Di vê bîranîna pîroz de, em tekezê li ser biha û bingehên neguher û wan armancên neteweyî û niştîmanî yên bilind dikin ên ku PDK pêxemetî wan hat damezrandin û rêberiya bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê kir. Cihê şanaziyeke mezin e ku ji roja damezrandina xwe ve, PDK pêşenga bizava Kurdîniyê ye ji bo azadî û serfiraziya Kurdistanê û heta serkeftina yekcarî bi bawerî ve berdewam dibe.
Em di demekê de bîranîna 16ê Tebaxê dikin ku Herêma Kurdistanê û Îraq û dever li beranberî pêşhat û qebxwaziyên mezin de ne. Çawa ku PDKê di xebat û şoreş û destkeftiyên gelê Kurdistanê de rol û erk û berpirsyarîtiya serekî heye, niha û herdem pêşenga mukomkirina tebayî û yekrêzî û bihevrebûn û parastina pêkvejiyanê û hevpejirandinê û lêborînê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye û bi hemî şiyanên xwe ve pêxemetî wê yekê pêşeng û berdewam dibe.
PDK herdem şanaziyê bi dîroka têkoşîn û qurbanî û destkeftiyên xwe dike û bi baweriya gelê Kurdistanê, bi hêvî û umêd ve ji bo paşerojeke geştir kar dike, lewma divê xwe bi pêşkeftinên serdem re di hemî waran de nû bike û berdewamiyê bide ezmûna desthilatdariyê û bihêzkirina dazgehan û canê niştîmanî û rijdbûna li ser têkoşînê heta azadî û serfirazî û hemî mafên gelê Kurdistanê misoger dike.
Silav û rêz ji bo canê pakij ê şehîdan
Bîranîna 16ê Tebaxê pîroz be
Nêçîrvan Barzanî
16.08.2024