Erkan Elî wekî yekem Qeymeqamê Xurmalê dest bi kar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Erkan Elî îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an), wekî yekem Qeymeqamê Qezaya Xurmalê li sînorê parêzgeha Helebceyê bi fermî dest bi kar bû.

Erkan Elî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bernameya karê wan a sereke xizmetkirina welatiyên Xurmalê, avakirina yekeyên kargêrî yên sînorê qezayê û herwiha avadankirina deverê ye.

Qeymeqamê nû yê Xurmalê got: "Îro ji bo Xurmalê, deverê û herwiha parêzgeha Helebceyê rojeke dîrokî ye." Elî tekez kir ku di paşerojê de ew ê hewlên xwe ji bo pêşxistina deverê û baştirkirina xizmetguzariyan zêdetir bikin.

Xurmal yek ji deverên kevnar û stratejîk ên sînorê parêzgeha Helebceyê ye û deriyekî girîng e ber bi herêma Hewramanê ve, ku berê wekî nahye girêdayî qezaya navendî ya Helebceyê bû.

Di 30ê Tîrmeha 2023an de, fermana destpêkirina rêkarên kargêrî ji bo ku Xurmal bibe qeza ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve derket û di 9ê Gulana 2024an de jî mersûma herêmî ji bo avakirina qezayê hat îmzekirin.

Derbarê rêkarên diyarkirina qeymeqam de, li gorî yasaya kargêrî ya li Herêma Kurdistanê, dagirtina vî postî li ser pêşniyara parêzgar û paşê derketina fermana fermî ji aliyê Encûmena Wezîran û Wezareta Navxwe ve dibe; bi taybetî li parêzgeha Helebceyê ku ji ber nebûna Encûmena Parêzgehê, rêkar bi rêya hevtêgihiştina aliyên pêwendîdar û razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên yeklakirin.

Di wê çarçoveyê de û piştî temambûna rêkarên yasayî û kargêrî, îro Erkan Elî wekî Qeymeqamê Qezaya Xurmalê bi fermî dest bi kar bû. Tê çaverêkirin ku destbikarbûna qeymeqamê nû bibe gaveke sereke ji bo temamkirina peykerê kargêrî yê qezayê, vekirina fermangehên pêwendîdar û geşepêdana sektorên çandinî, geştiyarî û bazirganiyê li deverê.