Kurdistan24 sedema qedexekirina Telegramê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Telegramê daxwazên hikûmeta Iraqê yên ji bo dayîna data û zanyariyên bikarhêneran û vekirina şaxekî li Bexdayê red kirin. Ev helwesta kompanyayê bû sedema sereke ya biryara girtina wê sepanê li Iraqê.

Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi awayekî fermî nivîseke hikûmeta Iraqê gihîştiye destê wan. Li gorî nivîsê, pêwîst e di nava 30 rojan de kar ji bo rawestandina Telegramê bê kirin.

Di çarçoveya vê biryarê de, hemû kompanya û aliyên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistanê hatine agahdarkirin ku ji 22ê vê mehê heta 21ê meha bê pabendî rênima û yasayan bibin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, hikûmeta Iraqê du daxwazên sereke arasteyî kompanyayê kirine: Ya yekem, daxwaz kiriye ku Telegram şaxekî sereke li Bexdayê veke, da ku pêwendî û hevahengiya rasterast di navbera wan de hebe. Ya duyem jî, hikûmetê daxwaza zanyarî û datayên çend hesabên taybet kiriye.

Her du daxwaz ji aliyê Kompanyaya Telegramê ve hatine redkirin. Redkirina wan daxwazan hikûmeta Iraqê neçar kiriye ku biryara qedexekirin û girtina xizmetguzariyên Telegramê bide.