Hemas: Divê agirbest vekêşana tevaya artêşa Israîlê ji kertê Xezzeyê vebigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Bizava Hemasê tekezê dike ku her lihevkirineka ji bo agirbestê li kertê Xezzeyê bê kirin, divê vekêşana tevaya artêşa Israîlê ji wî kertî vebigire.

Piştî destpêkirina danûstandinên Dewheyê ji bo agirbesta Xezzeyê, Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê ya Filistînî Hîsam Bedrî ragehand, “Her lihevkirinek divê tevav be û vekêşana tevaya artêşa Israîlê ji wî kertî û dubare vegeriyana awareyan vebigire.”

Danûstandinên agirbesta Xezzeyê di navbera Israîl û Bizava Hemasê de duhî (Pêncşem, 15.08.2024) li Dewheyê bi navbeynkariya Qeter, Amerîka û Misirê hatin destpêkirin.

Danûstandinên navbera Bizava Hemasê û Israîlê bi merema agirbestê bi awayekî nerasterast bi rê ve diçin. Herwesa berpirsekî Amerîkayî amaje daye, “Birêveberê Ajansa Hewalgiriya Navendî ya Amerîkayî William Berenz tevlî danûstndinan dibe.”

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê duhî (Pêncşem, 15.08.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê, roj bi roj hejmara kuştî û birîndaran zêdetir dibe, herwesa şêniyên wî kertî tûşî birsîtî û nexweşiyan bûne.”