Elî Hisên: PDK destê biratî û tebayiyê ji bo hemî aliyan dirêj dike

Elî Hisên
Elî Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê amajeyê dide, “Armanca PDKê pirsên neteweyî û Kurdistanî ne.” Herwesa dibêje, “PDK ji bo gehiştina armanca serekî ku Kurdistan e mîkanîzm bû.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên îro (În, 16.08.2024) taybet ji K24ê re got, “PDK û Barzanî rolê serekî di azadiya Başûrê Kurdistanê û peydabûna qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê de hebû.”

Elî Hisên amaje jî da, “Wekî rêberekê mezin ê dîrokî li ser astê navxwe, herêmî û navdewletî wekî hêz û serokekî mezin serederî bi PDKê û Serok Barzanî re tê kirin.”

Navbirî herwesa got, “Pêgeha PDKê di hevkêşeyên navxweyî û Îraqî û herêmî û derve de pêgeheke giring e. Di vê qonaxê de jî ku ber bi hilbijartinan ve gavan diavêje, tekezê li ser piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û pakij û zelal dike, merema wê jî ew e ku ji bo diyarkirina jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê welatî navenda biryarê bin.”

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê tekez jî kir ku, peyama wan peyama PDKê ye û destê biratî û tebayiyê ji bo hemî aliyan dirêj dikin.

Berî 78 salan, li roja 16ê Tebaxa 1946ê, Partiya Demokrata Kurdistanê bi rêberiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin û heta niha 14 kongire kirine. Li dû encamên hilbijartinan jî, niha PDK li Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn partiya siyasî ya cemawerî ye.

Fly Erbil Advertisment