Emar Hekîm bi helkefta 78 saliya damezrandina PDKê pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî û cemawerê PDKê li Herêma Kurdistanê dike.
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm îro (În, 16.08.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kir, “Di bîranîna 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, kadir û cemawerê PDKê û hemî gelê xwe li Herêma Kurdistanê ya xweşevî dikin.”
Di pareke din a peyama Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî de hatiye, “Ev helkeft şahida jidayikbûna qewareyeke siyasî bû, ku dîroka xebata wê li dijî diktatorî bû ji bo avakirin û çespandina ezmûna demokrasiyê li Îraqê. Ev jî derfetek e ji bo çespandina peywendiyên biratî û dostîniyê di navbera gelê Kurd û pêkhateyên din ên Îraqê de, ji bo parastina wan destkeftiyan ên ku dewlet serê xwîna şehîdan hatine bidestxistin.”
Berî 78 salan, li roja 16ê Tebaxa 1946ê, Partiya Demokrata Kurdistanê bi rêberiya Mela Mistefayê Barzanî hat damezrandin û heta niha 14 kongire kirine. Li dû encamên hilbijartinan jî, niha PDK li Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn partiya siyasî ya cemawerî ye.a