Li Efrînê xwendekarên kurdî ezmûnên xwe kirin

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina zimanê kurdî ji bo xelkên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê vekiribû, xwendekarên wê ezmûnên xwe kirin.

Bi armanca wê jî, parastina ziman û kultura kurdî bi taybetî ku Efrîn rastî gelek hewlên guhertina nasnameyê tê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina zimanê kurdî bo asta duyemîn vekiribû û xwendekarên wê ezmûnên xwe kirin.

Xwendekarên ku ezmûna xwe kirine, kêfxweşin ku asta wan di xwendin û nîvisandina zimanê dayikê de li cem wan bilind bûye û dibêjin, ew jî di pêşerojê de dê bibin mamoste û dê rola wan di parastina ziman de hebe.

Xwendekar Evêsta Mistefa: “Em pir kêfxweş in ku em li vê navendê dixwînin, ji ber ku me pir tiştên nû di zimanê xwe de nas kirin û em fêr bûn. Di rojên pêş de jî em ê bi mamoste bin û şagirtan fêrî zimanê kurdî bikin.”

Xwendekar Viyan Henan: “Me ezmûnên xwe yên asta duyem pêşkêş kirin. Ez hêvî dikim ku em pileyên baş bînin. Ez serkeftinê ji xwe û hevalên xwe re dixwazim. Ez spasiya mamosteya xwe Şêrîn Hac Ebdo û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim.

Mamosteya zimanê kurdî Şêrîn Hac Ebdo: “Xwendekarên me pêştir di asta yekem de biser ketibûn û niha berezmûnên asta duyem dikin. Piştî mehekê jî dê ezmûna asta duyem bikin. Em hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Parastina çand û kultura kurdî li Efrînê yek ji armancên sereke yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, ji ber wê yekê jî gelek xule û kursên girêdayî bi ziman û kultura kurdî li seranserî navçeyên Efrîînê tên lidarxistin.