Li Nisêbînê bombeyek destçêkirî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku li Nisêbînê dema xeta boriya xaza siruştî dihat kêşan bombeyek destçêkirî ya hatî vedan hat dîtin, bombe ji aliyê tîmên pispor ve hat puçkirin
Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin îro dane nîvro li Nisêbîna Mêrdînê de dema xebatkaran xeta boriya xaza siruştî dikêşandin li Caddeya Caxcaxê dîtin ku bombeyek destçêkirî hatiye vedan.
Xebatkaran bang li hêzên ewlekariyê kirin û cihê bombeye bi şerîdên ewlekariyê hat pêçan û rêkarên ewlekariyê hatin sitandin û tîmên tendirustiyê jî hatin amadekirin.
Hêzên ewlekariyê yên di warê puçkirina bombeyan de pirspor in jî bo cihê buyerê hatin vaguhastin.