Amerîka: Li Şingalê me piştgirî da 100 dibistan û 30 navendên tenduristiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajanseke Amerîkî dibêje, wê ji nîvê sala 2018an û vir ve, piştgirî dane 100 dibistan û 30 navendên tenduristiyê li Şingalê.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro 18ê Tebaxê belav kir, “Ji nîvê sala 2018an ve, Ajansa Amerîkayê ji bo Pêşkeftina Navdewletî (USAID) bi awayekî çalak beşdarî çareserkirina kêşeyên ku bûne rêgir li pêş aramî û tevlêbûnê li bakurê rojhilatê parêzgeha Nînewayê.”

Herwiha diyar kir jî: “Ajansê bi hevkariya civakên xwecihî, 82 destpêşxerî ji bo baştirkirina xizmetguzariyên giştî li navçeya Şingalê tenê kirine.”

Got jî: “Ev destpêşxeriyên han piştgiriya nêzîkî 100 dibistan, 30 navendên tenduristiyê û hejmareke mezin ji xizmetguzariyên din wek av, şaredarî, elektrîk û çandiniyê kirin.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê dibêje: "Van hewlan, jîngeheke guncayî ji bo vegera malbatên Êzîdî çêkir û aloziyên li pêş gihandina xizmetên giştî jî kêm kirine.”