Li Îtalyayê keştiyek bi dehan geştyar tê de bûn binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li peravên girava Sîsîlyaya Îtalyayê keştiya ku 22 geştyar tê de bûn binav bû û di encamê de, 7 kes winda bûn.

Medyaya Îtalî ragihand, keştiyeke geştiyaran ya ku 22 rêwî tê de bûn, îro 19ê Tebaxê danê sibê li peravên Sîsîlyayê binav bû.

Got jî, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û 15 kesên ku di nav wan de zarokek jî hebûn, ji xeniqînê rizgar kirine.

Diyar kirin jî, hewlên ji bo dîtin û rizgarkirina 7 kesên winda berdewam in.

Ev yek di demekê de ye, di meha Hezîrana borî de, di nava du rojan de 11 koçber ku Kurd jî di nav de hebûn, li beravên Îtalyayê di du bûyerên cuda de xeniqîn û zêdetirî 60 kesan jî winda bûn.