Amerîka: Me îsal 114 milyon dolar alîkarî dane koçberên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka îsal 114 milyon dolar alîkarî pêşkêşî koçberên Iraqî kiriye.

Di Roja Cîhanî ya Hevkariya Mirovahî de, Konsulxaneya Amerîkayê belav kir, “Em rêz li hemû xebatkarên hevkariyên mirovî yên ku di demên krîz û bargiraniyê de, piştgirî didin mirovên li deverên cûda yên cîhanê, digirin.”

Diyar kir jî, Amerîka îsal zêdetir ji 114 milyon dolar alîkarîya mirovî bo piştgirîkirina bi sedhezaran koçberên Îraqî pêşkêş kiriye.

Li gorî konsulxaneyê, Wezîrê Derve yê Amerêkayê Anthony Blinken gotiye, Amerîka şiyan û çavkaniyên xwe terxan dike ji bo çareserkirina qeyranên mirovî û çareserkirina nakokiyan bi rêya hewlên dîplomatîk.

Got jî: “Em li gel hikûmeta xwe û civaka medenî û hevkarên xwe yên sivîl berdewam bin ji bo piştevanîkirina hemû kesên hewcedar li Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê.”