Rêber Ehmed: Me dest danî ser zêdetir ji 20 hezar SIM kartên neyasayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, di çarçoveya hewlên ji bo nehiştina tawanên înternetî de, wan dest danîne ser zêdetirî 20 hezar SIM kartên neyasayî.

Di civînekê de ku ji aliyê Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê ve derbarê gefên eliktornî de hatiye birêkxistin, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed got: “Dezgehên ewlehiyê bi hevahengiya Wezareta Navxwe dest danîne ser zêdetir ji 20 hezar SIM kartên neyasayî ku ji bo gefên sîber dihatin bikaranîn û herwiha bi dehan cihên ku van SIM kartên neyasayî difroşin, girtin.”

Rêber Ehmed got, 110 kompîturên ku ji bo gefxwarin û bêzarkirina jinan dihatin bikaranîn hatin desteserkirin ku bi wêne, vîdyo û peyamên gefê dagirtî bûn.

Wezîrê Navxwe askere kir jî: “Wan gelek jin ji ber van gefên sîber ji kuştinê rizgar kirin. Gelek caran, jin bêyî ku haya wan jê hebe, ji ber nameyek an bişirînekê ketine tengasiyên mezin. Ji ber vê yekê hêzên asayîşê karîn jinan biparêzin û tawanbaran jî derxin pêşberî dadgehê.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2024an de hişyarî da kompanya û birîkarên ku SIM kartan difroşin, ku SIM kartên xwe bi awayekî yasayî bifroşin.