Mihemed Şukrî: Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî 20 hezar yekeyên niştecihbûnê tên avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî aşkere kir, “Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî 20 hezar yekeyên niştecihbûnê tên avakirin.
Mihemed Şukrî îro 20ê Tebaxê ji K24ê re ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, avakirina 20 hezar xaniyan dest pê kiriye. Çêkirina nêzîkî 10 hezar apartmanên din jî dê dest pê were kirin.
Diyar kir jî, Li Ankawa û Germiyanê 2 bajar ji bo kirêdaran tên avakirin. Herwiha li Hewlêrê 2 cih ji bo avakirina yekeyên niştecihbûnê ji bo kesên hejar û kirêgirtiyan hatine dabînkirin.
Serokê Desteya Veberhênanê got jî: “Li Silêmanî, Dihok, Zaxo, Helebce û navçeyên din, dê pirojeyên yekeyên niştecihbûnê bên cîbicîkirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kesên hejar û kêmderamet biryar li ser van projeyan daye. Herwiha got: “Em dixwazin bi bankayên Iraq û Kurdistanê re dest bi van projeyan bikin û barê xelkê kêm dahat sivik bikin.”
Mihemed Şukrî da zanîn, kevirê bingehîn ê projeya yekeya niştecihbûnê ya Ankawayê dê di meha Îlonê de were danîn, ku dê di 24 mehan de ji bo kirêgirtiyên Xiristiyan biqede. Got jî: li Hewlêrê jî du cîh bo kirêdaran dê bên çêkirin û ew ê di heyama du salan de bidawî bibin.
Serokê Desteyan Veberhênanê got: “Li gor dahata welatiyan, d heyama 15 salan û zêdetir jî, dê mehane nêzîkî 100 heta 150 hezar dînar ji wan bê wergirtin.”
Amaje bi wê jî kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê hemû kesên kêm dahat û kirêdar ji projeyên veberhênanê sûd werbigirin.