AA: Endama PKK'ê Zîlan Azak li Xakurkê ji aliyê MÎT'ê ve hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand, endama PKKê Zîlan Azak li Çiyayê Xakurkê hatiye armanckirin û kuştin.

Li gorî ajansa “Anadolu”, Zîlan Azak a ku bi nasnavê (Sema Cuya Çewlik) tê naskirin li Çiyayê Xakurkê ji aliyê MÎTê ve hatiye armanckirin.

Li gor agahiyan, Azak sala 2015an xwendina xwe ya zanîngehê di nêvî de hiştiye û tevlî PKKê û li çiyayê Garê perwerdeya çekdarî dîtiye.

Amaje bi wê jî kir, Zîlan Azak beşdarî çalakiyên komkirina agahiyên îstixbarî, keşif, raçavkirin û êrîşên bi droneyê bûye.