FÎFA bi awayekî fermî sizayê xwe ji ser Yaneya Hewlêrê radike

Navenda Nûçeyan (K24) - Yaneya Hewlêrê arêşeya xwe ya bi yarîzanê pîşeyî yê Tûnisî re çare kir, bi vî awayî Federasiyona Futbolê ya Cîhanî ku wekî FÎFA tê naskirin jî sizayê xwe ji ser Yaneya Hewlêrê rakir, wesa jî ew yane dikare yarîzanên xwe yên nû ji bo tevlîbûna di Lîga Stêrkên Îraqê de tomar bike.
Piştî ku FÎFAyê çar yaneyên Lîga Stêrkên Îraqê li sûka veguhastina yarîzanên vê Havînê cemidand, Yaneya Hewlêrê jî di nav wan de bû ku ji ber arêşeya yarîzanekî pîşeyî yê Tûnisî nedikarî çi yarîzanên nû tomar bike, lê Birêveberiya Yaneya Hewlêrê nûnerekî xwe şand welatê Tûnisê û bi rêya wî arêşeya navbera xwe û wî yarîzanî çare kir.
Endamê Desteya Kargêrî ya Yaneya Hewlêrê Dr. Sîrwan Taha duhî (Duşem, 19.08.2024) ji bo çarekirina arêşeya navbera yaneya xwe û Samî Hemamî serdana welatê Tûnisê kir.
Îro (Sêşem, 20.08.2024) tevaya mafên darayî yên wî yarîzanî, ku 40 hezar dolar bûn û yên serdema desteya kargêrî ya berê ya Yaneya Hewlêrê bûn, radestî wî yarîzanê pîşeyî yê Tûnisî hatin kirin.
Bi vî awayî sîstema tomarkirina navên yarîzanên Yaneya Hewlêrê ji aliyê FÎFAyê ve hat çalakkirin û ew siza ji ser wê yaneyê hat rakirin.
Yaneya Hewlêrê li destpêka werzê borî bi bergirîkerê pîşeyî yê Tûnisî Samî Hemamî re bi awayê serxet peymanek îmza kir. Hewlêrê kopiyeke wê peymana îmzakirî her bi awayê serxet ji bo wî yarîzanê pîşeyî şand, lê piştî çend rojan ji veguhastina wî yarîzanî poşman bû. Wesa jî wî yarîzanî li FÎFAyê skala tomar kir û daxwaza 40 hezar dolaran ji Yaneya Hewlêrê kir.
Ev yek jî bû sedem ku FÎFA Yaneya Hewlêrê li sûka veghuhastina Havînê ya îsal bicemidîne heta mafên darayî ji bo wî yarîzanî vedigerîne. Li dawiyê jî bê ku dirêsê Yaneya Hewlêrê li xwe bike û bajarê Hewlêrê bibîne, wî yarîzanî 40 hezar dolar ji Yaneya Hewlêrê wergirtin.
