Nesrula Reşnûdî: Em ji bo pêşwazîkirina serdankerên Çiliya Îmam Hisên spasiya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên Herêma Kurdistanê dike, ji bo pêşwazîkirin û dabînkirina hemî hêsankariyan ji serdankerên Çiliya Îmam Hisên re.
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrula Reşnûdî îro (Sêşem, 20.08.2024), di kongireyekî rojnamevanî yê hevpar de bi Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re, spasiya dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber pêşwazîkirina serdankerên Çiliya Şehîdbûna Îmam Hisên.
Nesrula Reşnûdî got, “Spasiyeke taybet ji bo Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û hêzên polîsan û Asayîşê û polîsên trafîkê yên Herêma Kurdistanê, ji ber dabînkirina jîngeheke erênî ji serdankerên Çiliya Şehîdbûna Îmam Hisên re.”
Navbirî spasiyeke taybettir ji bo Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşkêş kir, ku ferman bi pêşkêşkirina hemî hêsankarî û xizmetkariyan ji bo serdankerên Çiliya Şehîdbûna Îmam Hisên kiriye.
Her sal hejmareke zêde ya Şîeyan ji deverên din bi pêyan qesta bajarê Kerbelayê li başûrê Îraqê dikin, ji bo ku tevlî merasîmên Çiliya Îmam Hisên bibin. Hejmareke wan serdankeran jî bi rêya Herêma Kurdistanê diçin Kerbelayê.