Amerîka ji edilandina qanûna rewşa kesî li Îraqê nîgeran e
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe li ser edilandina qanûna rewşa kesî li Îraqê nîşan dide û radigehîne, “Ev edilandin dibe sedema piştguhxistina mafên jin û zarokan.”
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vidant Patel îro (Sêşem, 20.08.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê di derheqa edilandina qanûna rewşa kesî li Îraqê de nivîsiye, “Em li ser pêşniyara edilandina qanûna rewşa kesî li Îraqê nîgeran in, ku dibe sedema piştguhxistina mafên jin û zarokan.”
Vidant Patel di pareke din a peyama xwe de daxwazê ji Îraqiyan dike ku tevlî danûstandineke sivîl bibin, ku bi temamî rêzê li azadiya olî, bîr û baweran û mafên jin û zarokan bigire.”
Ji sala 1959ê ve kar bi qanûna rewşa kesî li Îraqê tê kirin, Şîe niha dixwazin wê qanûnê biedilînin û bikin qanûnek ku mezhebê Caferî tê de zal bibe, xwandina yekê jî li Civata Nûnerên Îraqê jê re hatiye kirin.
Parêzerek jî di vî warî de dibêje, “Dawî reşnivîsa edilandina wê qanûnê li Civata Nûneran e û hatiye veşartin, ji ber ku ew li bendê ne rengvedanên cadeyê li dijî wê edilandinê bêdeng bibin û hingê wê edilandinê bipejirînin.”