Encûmena Wezîran pirsa mûçe û du pirsên din gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî diciçe û pirsa mûçe û du pirsên din gotûbêj dike.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 21ê Tebaxê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî diçive.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji rojnamevanan re ragihand, “Piraniya gotûbêjên civîna îro dê li ser çavdêriya darayî, rewşa darayî û karên her du dîwanên çavdêriyê yên Hewlêr û Bexdayê be.”
Bi gotina Hewramanî, di civînê de behsa amadekariyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin.
Di beşeke din a civînê de, weke Hewramanî gotiye, “rapora genimê cotkaran û çawaniya serederîkirina ligel wê” dê were pêşkêşkirin.