Etwanî: Eger pirsgirêka hinardekirina petrola Herêmê neyê çareserkirin, emê destwerdanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî ragihand, Eger pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê neyê çareserkirin, emê ji bo çareserkirinê destêwerdanê bikin.

Ev di demekê de ye, nêzîkî salek û 5 mehan e hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û zêdetirî 19.8 milyar dolar zirar gihîştiye aboriya Iraq û Kurdistanê.

Etwan Etwanî got, ji bo çareserkirina pirsgirêka hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê, ew ê destwerdanê bike.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrola Iraqê û kompaniyên navdewletî yên petrolê, derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê herî dawî di destpêka meha Hezîranê de civiyabûn. Tevî ku Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê amadebûna xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê nîşan dabûn, lê belê Iraqê biryar nedaye ku petrola Herêmê hinarde bike.

Ji 25ê Adara 2023an ve, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê re hatiye rawestand, ku di encamê de zêdetirî 19.8 milyar dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê. Di warê bazara cîhanî ya enerjiyê de jî, rawestandina 450 hezar bermîlên petrolê di rojekê de, bû sedema nehevsengiyekê.

 Ji aliyeke din ve, ziyan gihîştiye hêza kar li Herêma Kurdistanê, ji ber ku kompaniyên navdewletî yên petrolê li Herêma Kurdistanê kar dikin, karmendên xwe kêm kirine, bi sedan karmend û kirêkarên van kompaniyan bêkar mane. Herwiha ev yek jî bandorê li navûdengê Iraqê dike, ji ber ku Iraq pabendî girêbestan nebûye û ne amade ye dest bi hinardekirinê petrolê bike, lewma jî daxwaza veberhênerên biyanî ji bo veberhênan û karkirina li Iraqê kêm bûye.

Fly Erbil Advertisment