Samuel Warburg: Amerîka li ser bidawînîna şerê Xezzeyê rijd e
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê amajeyê dide, “Rêya bidawîanîna şerê Israîl û Hemasê çareseriya diplomasî û danûstandin in.”
Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg îro (Çarşem, 21.08.2024) taybet ji K24ê re got, “Amerîka ji bo çareseriya şerê Xezzeyê tekezê li ser pirojepêşniyara Joe Biden dike, ku xalên wê yên serekî tê de hatine berçavkirin û naveroka wê jî gelek bingehên giring û hûr vegirtine.”
Samuel Warburg amaje jî da, “Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di danûstandinên xwe de bi Qeter, Misir û Israîlê re hemî hûrkarî berçav kirine û tekez li ser bicihanîna wan kiriye.”
Navbirî behs jî kir, “Amerîka dikare ji bo ragehandina agirbestê givaştinê bixe ser Israîlê, di eynî demê de bi rêya Qeter û Misirê peywendiyeke nerasterast bi Hemasê re heye.”
Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere jî kir, “Amerîka li ser agirbestê û bidawîanîna şerê Xezzeyê û aramkirina rewşa Rojhilata Navîn rijd e.”
Samuel Warburg herwesa got, “Waşinton behsa sê qonaxan dike ku qonaxa yekê şeş heftî ye û ji rawestandina bi temamî ya şerî pêk tê, herwesa vekêşana artêşa Israîlê ji wan deverên ku xelkê sivîl lê ye, tevî azadkirina hejmareke revandiyan ji aliyê Hemasê ve.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden li roja 31.05.2024ê eşkere kir, “Israîlê reşnivîseke nû ji bo agirbestê li Xezzeyê arasteyî Bizava Hemasê kir, ku ji sê qonaxan pêk hatiye.”
Biden herwesa ragehand, “Ew reşnivîsa Israîlê azadkirina hejmareke revandiyan û vekêşana artêşa Israîlê li deverên biqerebalix ên Xezzeyê jî vedigire.”