Li Trabzonê agir bi malekê û sê kesan canê xwe jidest dan

Trabzon
Trabzon

Navenda Nûçeyan (K24) –  Şewata li navçeya Kizilcahamama Enqerê, gihişt sînorê bajarê Bolûyê. Li Trabzonê, agir bi maleke zozanê ket û ji heman malbatê sê kesan canê xwe jidest dan.

Li gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê şewatên daristanan didomin. Şewata ku li navçeya Kizilcahamam ya Enqerê derketiye, ji ber ku nehate kontrolkirin, gihişt sînorê navçeya Gerede ya Bolûyê.

Li Bolû ji 65 welatî ji ber metirsiya agir, ji gundekî hatine veguhestin.

Parêzgariya Boluyê ragihand, bi hemû derfetan hewl didin agir kontrol bikin, lê heta niha nehatiye kontrolkirin.

Parêzgarê Enqerê jî got, li gor lêkolînên destpêkê, sedemê pêketina agir mirov in.

Li Trabzonê, li zozanên Haçovîtê, ber destê sibehê agir bi malekê ket û ji heman malbatê sê kesan canê xwe jidest dan.