150 malbatên Êzidî yên Efrînê li Herêma Kurdistanê bicih bûne
Dihok (K24) – Parêzgeha Dihokê bûye cihekî ewle ji bo penaberan û hemû ol û neteweyan. Zêdetirî 150 malbatên Êzidî yên Efrînê ku hatine Herêma Kurdistanê, beşek ji wan li parêzgeha Dihokê dijîn. Nûnerên Êzdiyên Efrînê yên li Kurdistanê dibêjin, Dihok ji bo wan ewle ye û ew ji ber metirsî û nearamiyê nikarin vegerin Efrînê.
Seidûn Hesen ku xelkê Efrînê ye û niha li parêzgeha Dihokê dijî, bi karê dirûnê debara jiyana xwe dike. Seidûn dibêje, ji ber ku niha rewşa Efrînê ne aram e û metirsî li ser jiyana wî wek Êzidiyekî heye, ew nikare vegere.
Seidûn ji K24ê re got: “Niha metirsî li ser miletê me Êzidî li Efrînê pir e, ew me gawir dibînin û dibe ku em werin kuştin. Ji ber wê me her tiştê xwe li gund li şûn xwe hîşt û reviyan. Ew hemû kurdan wek milhid dibînin, bi taybetî Êzidiyan, kuştin û serjêkirina me helal dibînin.”
Zêdetirî 35 malbatên Êzdî yên Efrînê li Dihokê bicih bûne, nûnerê wan dibêjin, ew nikarin vegerin Efrînê, ji ber ku her kesê ku vegere dê rastî jenosîdê bê, yan dê neçar bikin ku ola xwe biguherîne, yan jî were kuştin.
Nûnerê Êzidiyên Efrînê li Dihokê Şahîn Henan dibêje: “Niha em hatine Dihokê û ti ferq cudahî nîne. Xelkê Dihokê rêzê li me digirin. Dema me digot em Êzidî ne û xelkê Efrînê, wan digot: Ser ser û çavan.”
Li gor amaran, 150 malbatên Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê reviyane Herêma Kurdistanê. Li Efrînê, Êzidî li 23 gundan diman, lê niha hejmarek ji wan gundên xwe bicih hîştine û koçber bûne.