Civata Parêzgeha Kerkûkê li roja Şemiyê dicive

Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Parêzgeha Kerkûkê li roja Şemiyê dicive û Bereyê Tirkmenî yê Îraqê dibêje, “Em tevlî wê civînê nabin.”

Li dû zanyaran, biryar e li ser daxwaza serokê nû, Civata Parêzgeha Kerkûkê li roja Şemiyê bicive. ji bo vê meremê jî, nameyên vexwandinê ji bo endamên civatê hatine şandin. Bereyê Tirkmenî yê Îraqê jî ji aliyê xwe ve red dike ku tevlî civîna roja Şemiyê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê bibe.

Bereyê Tirkmenî yê Îraqê tekez jî dike, heta Desthilata Dadwerî çarenivîsa Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê ya nû yekalî neke, ne ew tevlî civînê dibin ne jî postan di wê hikûmetê de werdigirin.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.

Fly Erbil Advertisment