Îraq daxwazê ji Amerîkayê dike ku sizayê li ser bankên wê rake

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê li dawiya vê mehê serdana Amerîkayê bike û bi Gecîneya Amerîkayê re li ser rewşa darayî ya Îraqê bicive. Yek ji daxwaziyên wî ji Gencîneya Amerîkayê ew e ku sizayê li ser bankên Îraqê rake, lê şareza dûr dibînin ku Amerîka wî sizayî bidawî bîne.

Tirsa berdewam a jidestdana bihayê dînarî li beranberî dolarê Amerîkayî dîsan berokê Îraqiyan girtiye, vê carê ew metirsî hatiye ber Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê, ew lijne daxwazê dike ku Waşinton sizayê li ser bankên Îraqî rake, ji ber ku bandoreke nerênî kiriye ser bihayê dînarî. Wekî ku aborînas behs dikin, pareke zêde ya kompaniyên navdewletî li dû daxwaziyên Banka Federalî ya Amerîkayê kar dikin û amade nînin ji ber sizayan bi wan bankan re kar bikin.

Şarezayê Aborî Sefwan Quseyî ji K24ê re ragehand, “Divê li navxweya Îraqê kar bi şertên Banka Federalî ya Amerîkayê û banka JP Morganê bê kirin. Niha kompanî hene hûrbîniyê ji bo karê bankên Îraqî dike, kompaniya K2 yek ji wan kompaniyan e yên ku di warê hûrbîniyê de kar dikin, armanca wê derxistina kêmasiyên bankan di rêkarên şandina wergirtina pereyî de ye.”

Pirsa siyasî bandor li ser aborî heye û bi hev re girêdayî ne, bizavên hejmareke aliyan ji bo derxistina Îraqê ji hejmareke lihevkirin û peymanên ku bi Amerîkayê re hene wesa li Waşintonê kiriye sed caran bifikire berî ku sizayên li ser wan bankan rake, lewma jî çavdêr behsa çêkirina siyaseteke jîrane û dubare helsengandina peywendiyên Îraqê bi Amerîkayê re dikin, bi awayekî ku xizmeta gelê Îraqê bike.

Şirovekerê Siyasî Hisên Cenabî dibêje, “Amerîka dixwaze Îraqê li deverê bike hevpeymaneke stratejîk, şkestina vê armancê wekî metirsî li ser hebûna xwe li deverê dibîne, lewma jî pena biriye ber çekê aborî.”

Şarezayên warê bankan wesa dibînin ku eger siza ji ser bankan neyê rakirin, mimkin e şkestinê bînin. Hejmara wan bankan 14 bank in û bi spîkirina pereyî û serederîkirina dolarî bi Îranê re tometbar in.