Sibe Civata Parêzgeha Kerkûkê dicive; Bereyê Tirkmenî haydariyê dide

Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku li hotela Reşîdê ya Bexdayê bi tevlîbûna çend aliyan Hikûmera Xwecihî ya Kerkûkê hat pêkanîn, biryar e sibe Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo cara yekê bicive. Bereyê Tirkmenî û Partiya Siyadeyê jî red kiriye ku tevlî wê rûniştinê bibin lê PDKê heta niha bi awayekî fermî yekalî nekiriye ka tevlî wê rûniştinê dibe an na.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo îro (În, 23.08.2024) ragehand, “Biryar e sibe (Şemî, 24.08.2024) seet 03:00 ê piştî nîvro, Civata Parêzgeha Kerkûkê bi tevlîbûna aliyên pêkîner ên Hikûmera Xwecihî ya Kerkûkê bicive.”

Li dû zanyarên K24ê, 9 endamên Civata Parêzheha Kerkûkê tevlî rûniştina sibe dibin. Bernameya karî ya wê rûniştinê jî ji sê xalan pêk tê. Xala yekê; danûstandin li ser 7 hezar pileyên wezîfî tên kirin, ku ji bo damezrandina welatiyên Kerkûkê bi awayê girêbest hatine terxankirin.

Xala duyê; danûstandin li ser edilandina peyrewê navxwe yê Civata Parêzgeha Kerkûkê tên kirin. Xala sêyê; daxwaz ji Bereyê Tirkmenî tê kirin ku ew postên jê re hatine terxankirin pir bike.

K24ê zaniye ku, Bereyê Tirkmenî sibe wê rûniştinê boykot dike û haydarî jî daye ku bi çi awayan biryar li ser wan postan neyê dan ên ku ji Tirkmenan re hatine terxankirin, ji ber ku Bereyê Tirkmenî tekezê li ser wê yekê dike ku heta yekalîkirina skalayan li Dadgeha Federalî nabe destkarî di postan de bê kirin.

Herwesa Partiya Siyadeyê jî wê rûniştinê boykot dike, lê PDKê heta niha bi awayekî fermî yekalî nekiriye ka tevlî wê rûniştinê dibe an na.

Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, firaksiyonên PDKê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda de red kir ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kir.