Pispor: Egera operasyonekê li dijî Rojava dê pêvajoya aştiyê têk bibe
Enqere (K24) – Li Tirkiyeye karvedanên gefên siyasetmedarên Tirkiyeyê yên operasyoneke li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin. Ligel ku Wezareta Berevaniyê jî ragihand ger pêwîst be dê ew piştgiriyê bidin Şamê pispor di wê baweriyê de ne ku dê Tirkiye operasyoneke leşkerî li dijî HSDê pêk neyine. Lê belê ger rewşek wiha derkeve holê jî dê ev midaxeleya leşkerî bibe sedema hilweşîna proseya çareseriyê ya ku Tirkiyeyê tê birêvebirin.
Li Tirkiyeyê karvedanên gefên ku li dijî Rojavayê Kurdistanê taybetî dijî Hêzên Sûriyeya Demokrat tên xwarin berdewam in ligel ku li Tirkiyeyê jî proseyeke aştiyê birêve diçe Gefên serokê MHPê Dewlet Bahçelî yên sînyala operasyoneke dersînorî bi destwerdana Enqere û Şamê û daxuyaniyên Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk ku got HSDê dixwaze pêvajoya ku li Tirkiyeyê destpêkiriye têk bibe fikarên operasyoneke zêdetir kiriye.
Koordînatorê Navenda Lêkolînan ya ORSAMê Oytun Orhan jî dide zanîn gefên Tirkiyeyê ne vala ne lê dê weke vebijêrka yekem niha operasyonekê tercîh neke. Orhan derbarê proseya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî dibêje ger operasyoneke leşkerî dijî HSDê pêk were dê prose hilweşe.
Oytun Orhan ji K 24ê re got: “Ji bo serkeftina rêveberiya nû a Sûriyeyê pêdiviya Tirkiyeyê bi îstiqrara Sûriyeyê heye ku dixwaze bi rêyên siyasî çareser bibe. Êrîşên Îsrailê, daxwazên Dûrzî û HSDê yên xweseriyê bidomin, dê midaxeleya leşkerî derkeve pêş. Operasyoneke leşkerî ji bijarekê sereke zêdetir hişyariyeke bo paşerojê. Meseleya HSD li gorî ewlehiyên Tirkiyeyê çareser nabe, proseya li Tirkiyeyê jî di xetere de ye. Li Sûriyeyê çareseriyeke bi leşkerî pêk be dê proseya çareseriyê a Tirkiyeyê hilweşe û proseya çareseriyê serbikeve jî dibe ku feydeyek bo Sûriyeyê çênebe.”
Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Buldan jî ragihand, rêberê PKKê Abdullah Ocalan gotiye Suriyê û Rojava xeta min a sor e ku ev mijar ligel dewletê jî gotûbêj kiriye. Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay jî tekez dike dê ev operasyon pêk neyê ku divê êdî Tirkiye ji vebijêrka serkeftina Ehmed Şara zêdetir hin alternatîfên din jî li ber çav bigre.
Prof. Dr. Hasan Oktay dibêje: “Ev rageşî nabe cihê şerekî. Tirkiye vebijerka operasyoneke leşkerî di destên xwe de weke hemaneke tirsê bigre jî, di wextekî, kurt,navîn û dirêj de îxtimala operasyoneke li dijî YPGê ne di rojevê de ye. Ger îxtimaleke wisa heba, dema Îsraîlê bi fikarên ewlehiyê roja ku operasyon li dijî Hîzbûllah pêk anî, Tirkiye jî bi rêwabûna qada navneweyî, dikaribû bi heman fikaran li Sûriyeyê li dijî YPGê operasyonê pêk bîne. Divê Tirkiye bi aqlêselîm encamên bazariyên di navbera YPGê û hikumeta navendî de bi baldarî bişopîne.”
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku entegrenebûna HSD bi artêşa Sûriyeyê re gefek e li ser ewlehiya wan a neteweyî û diyar kir ku dema pêwîst be, ew dê “ji bo ewlehiya xwe û aramiya Sûriyeyê” piştgiriyê bidin Şamê.