Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî sê proje li Helebceyê tên cibicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sê projeyên xizmetguzarî li parêzgeha Helebceyê tên cibicîkirin.
Cîgirê Parêzgarê Helebceyê Kawa Elî Kerîm îro 24ê Tebxanê di daxuyaniyekê de ragihand, razîbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo terxankirina bûdceya pêwîst ji bo cîbicîkirina sê projeyên xizmetguzarî li parêzgehê hatiye wergirtin.
Projeyên xizmetguzariyê ev in:
1. Çêkirina kanalizasyon sindoqî û çakkirina rêya li ber Nexweşxaneya Giştî ya Helebceyê ku ji ber lehiyê ziyan gihîştiyê.
2. Avakirina avahiya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebceyê.
3. Avakirina Avahiya Binkeya Polîs Şehîd Serkar.
Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya berî çend mehan bo parêzgeha Helebceyê berhemdar bû, ku çend daxwaz pêşkêşî serokwezîr hatin kirin û hemû jî hatin pejirandin.