Şiwan Kelarî: Hatina hêza Heşda Şeibî ji bo Kolecoyê bigoman û destdirêjî ye

Şiwan Kelarî
Şiwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê tekezê dike, “Hatina hêza Heşda Şeibî ji bo Kolecoya Germiyanê bigoman û destdirêjî ye û divê lêkolîn li ser wê rûdanê bên kirin.”

Îro (Yekşem, 25.08.2024) hêzeke Heşda Şeibî ku nêzî sê hezar çekdaran bûn bi 200 erebe, şofel, hemer û keresteyên serbazî ve, bi lihevkirina bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) re ji sengerên Pêşmergeyan derbaz bû û çû nav nahyeya Kolecoyê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê. Lê piştî givaştineke zêde ya navxweyî û nerazîbûna Kurdistaniyan, wê hêza Heşda Şeibî xwe vekêşa.

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Şiwan Kelarî îro (Yekşem, 25.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Çûna hêza Heşda Şeibî bo nav Kolecoyê li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê coreke destdirêjiyê û meyla dagirkirinê ye. Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de herêmeke destûrî ye, her hêzeka ber bi Herêma Kurdistanê ve livînê bike, divê pêşwext hevahengî û hevkariyeke temam bi hêza Pêşmergeyan re kiribe.”

Şiwan Kelarî herwesa got, “Ev hêza Heşda Şeibî bigoman bû, di demeke neguncayî de hat û behaneyên wê bêbingeh û nelojîkî ne. Car dibêje ku ji bo parastina bîrên petrolê hatiye û car jî dibêje ku ji bo bersinggirtina DAIŞê hatiye. Ev di demekê de ye ku livîna DAIŞê li vê deverê gelek kêm e, her livîneka hebe jî, Pêşmerge dikarin rewşê çare bikin û pêdivîtî bi Heşda Şeibî nîne.”

Navbirî amaje jî da, “Ew hêza Heşda Şeibî ji fermandeyên Lîwaya Pêncê re gotiye ku lihevkirin bi partiyekê re kiriye, yanî bi Wezareta Pêşmerge re nekiriye. Ev jî binpêkirineke ron e û karesat jê peyda dibin, ji ber ku her lihevkirineke ji derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin bigoman e, karesat jê peyda dibin û pêxemetî berjewendiya kesan û partan e.”

Wî endamê Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Wê hêzê destê xwe danabû ser bîreke petrolê ya Kolecoyê û 12 polîsên petrol û gazê, ku zêrevanî li wê bîra petrolê dikir, ji bo dema çend seetan li cihekî desteser kiribûn. Tevî ku tê gotin wê hêzê niha xwe vekêşaye, lê nabe ev rûdan wesa bi hêsanî derbaz bibe û divê lêkolînên cidî li ser bên kirin.”