Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê dike, her du alî bi hev re tekezê li ser bihêztirkirina peywendiyên navbera her du aliyan dikin û herwesa danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û dawî pêşveçûnên Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 25.08.2024) pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê Mr. Maurizio Greganti kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser dawî pêşhat û pêşveçûnên Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê hatin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Îtalyayê li Îraqê kir, ji ber wê dema ku wî kar ji bo pêşxistina peywendiyên dualî kir.
Balyozê Îtalyayê jî ji aliyê xwe ve heza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir, herwesa rêz û huermet ji bo alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi balyozxaneya welatê wî re diyar kirin.
Pareke din a danûstandinan li ser dawî amadekariyên ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser giringiya birêveçûna piroseya hilbijartinan li ser bingeheke dadperwerane û zelal û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî desttêwerdan û binpêkariyan kir.

