Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Çandinê yê Şanişîna Urdinê dike

Yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê ya Urdinê de hat îmzakirin

Mesrûr Barzanî û Xalid Mûsa Hinêfat
Mesrûr Barzanî û Xalid Mûsa Hinêfat

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi çavdêrî û serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê ya Şanişîna Urdinê de, di warê pêşxistina alîkarî û hevahengiya çandinê û pîşesaziya xwerakî de, hat îmzakirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 25.08.2024) pêşwaziya Wezîrê Çandinê yê Şanişîna Urdinê Xalid Mûsa Hinêfat kir.

Di wê civînê de, danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya di warên lihevguhertina bazirganî û çandinê û pîşesaziya xwerakî û berbazarkirina berhemê çandinê di navbera her du aliyan de hat kirin.

Wezîrê Çandinê yê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdilayê Şahê Urdinê gehandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amaje da peywendiyên kevin û bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê û pesna pêşkeftin û avedaniya Hewlêr û Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştevaniyên berdewam ên Şah Ebdila û hikûmet û gelê Urdinê diyar kirin, ku di qonaxên cuda cuda de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokwezîr amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo zêdetir berdewamkirina peywendiyên dualî diyar kir.

Paşî bi çavdêrî û serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di warê pêşxistina alîkarî û hevahengiya çandinê û pîşesaziya xwerakî de, yadaşteke hevfêmkirinê di navbera Wezareta Çandinê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinê ya Şanişîna Urdinê de hat îmzakirin, ku biryar e di pêngava yekê de Urdin hin ji dan û berhemên Herêma Kurdistanê hawirde bike, wekî petatan.