Teqînek li Efrînê çê bû, kuştî û birîndar hene

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji encamê teqîna hin bombeyan li embareke çekî ya çeteyên Lîwa Miheme Fatih, teqînek li bajarê Efrînê çê bû û bû sedema kuştin û birîndarbûna hin kesan.

Zanyar amajeyê didin ku, îro (Yekşem, 25.08.2024) teqînek li yek ji bingehên leşkerî yên bajarê Efrînê çê bûye.

Çi amarên durist heta niha li ser zirarên wê teqînê nînin, lê erebeyên Bergiriya Şaristanî û ambûlans berdewam diçin cihê wê teqînê.

Li dû amara destpêkî, endamekî Lîwaya Mihemed Fatih hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Fly Erbil Advertisment