HSDê 2 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Hesekê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li bajarokê Sifiyan ê li parêzgeha Hesekê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî HSD’ê îro berbangê îro li bajarokê Sifiyanê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê ya ku gelek kiryarên terorî li herêmê pêk anîne, hat jihevxistin.

Da zanîn jî. operasyon bi girtina çeteyên bi navên Îsa Mihemed Heshas (Ebî Hemze) û Ebdullah Mihemed Heshas (Ebî Omer) bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya HSDê amaje bi wê jî kir, hêzên ku operasyon kirine dest danîn ser çek û teqemeniyên ku ligel her du çeteyan bûn.