Her sê komelgehên Şarya û Tenahî û Misêrîkê li van nêzîkan dibin nahye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li van nêzîkan her sê komelgehên Şarya û Tenahî û Misêrîkê bi awayekî fermî dibin nahye. Ev biryar gehiştiye qayimqamiya Sêmêlê û kar li ser hejmara şênî û awareyan û xelkê biyanî tê kirin, herwesa sinorê kargêrî yê wan gundên dikevin sinorên wan her sê nahyeyan tên destnîşankirin. Li dû amaran jî, hejmara şêniyên her sê nahyeyan digehe 136 hezar kesan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku komelgeha Şaryayê bibe nahye û vê biryarê Êzidiyên wê komelgehê dilxweş kirine. Ew wê biryarê giring diwesifînin. Yek ji kesatiyên wê deverê bi navê Xêro Silêman amajeyê dide ku, xelkê wê deverê çend daxwazî pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine.

Xêro herwesa got, “Bila mezar û cihên me yên olî yên pîroz bên parastin. Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku eger Şarya bibe nahye, Birêveberê Nahyeya Şaryayê û berpirsên din ên wê deverê xelkê Şarya bin.”

Ji bilî komelgeha Şaryayê, komelgehên Tenahî û Misêrîkê jî dibin nahye, birêveberiyên taybet lê tên vekirin û ew jî dibe rêxweşker ku avedanî bigehe deverê.

Mamostayê Olî li Tenahiyê Heyder Nêrweyî got, “Spas ji Xudê re ew roj hat ku Tenahî bibe nahye. Spas ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, nahye bi rengekî ji rengan dikare xizmeta xelkê xwe bike.”

Muxtarê Misêrîkê Mihemed Salih jî got, “Biryara ku Misêrîk bibe nahye gelek giring bû, di berjewendiya xelkê deverê de ye ji ber ku niha hejmara şêniyên wê nêzî hejmara şêniyên Sêmêlê ye.”

Ev biryar gehiştiye qayimqamiya Sêmêlê û hemî amadekarî hatine kirin ku ew her sê komelgeh bibin nahye, sê kes jî hatine destnîşankirin ku bibin birêveberên wan her sê nahyeyan.

Qayimqamê Sêmêlê Xelîl Mehmûd jî got, “Ji bo rêkxistina karên me wekî îdare û nehêlana rotînan, ew her sê nahye tên vekirin.”

Li dû amarên fermî, hejmara şêniyên komelgeha Tenahiyê 80 hezar kes, hejmara şêniyên komelgeha Misêrîkê 36 hezar kes û hejmara şêniyên komelgeha Şaryayê jî 20 hezar kes in.

Fly Erbil Advertisment