Hoşmend Reşîd: Heta sala 2026ê hêzên Pêşmergeyan bi temamî dibin yek
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokerkanê Karûbarên Îdare û Mîre yê Wezareta Pêşmerge radigehîne, “Ji bo sala 2026ê, tevaya hêzên Pêşmergeyan dibin yek û diçin bin sihwaneya yek biryarê li Fermandeya Hêzên Çekdar û Wezareta Pêşmerge.”
Cîgirê Serokerkanê Karûbarên Îdare û Mîre yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Hoşmend Reşîd îro (Duşem, 26.08.2024) ji K24ê re ragehand, “Ev demek e kar ji bo hevgirtin û rêkxistina Pêşmergeyan tê kirin û pêngav jê re hatine avêtin, tevî wê yekê jî qonaxên baş hatine birîn.”
Lîwa Rukin Hoşmend Reşîd herwesa got, “Eger me karî hêzên Pêşmergeyan li bin yek sihwane kom bikin, hingê em dikarin bibêjin me hêzeke mukom heye ku dikare biryaran wekî xwe bi cih bîne.”
Navbirî amaje jî da, “Niha qanûnên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge di çarçoveya lihevkirina hevfêmkirinê de ne heta sala 2026ê, ew hêzên li derveyê Wezareta Pêşmerge ne tên rêkxistin, paştir fermanan ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge werdigirin.”
Cîgirê Serokerkanê Karûbarên Îdare û Mîre yê Wezareta Pêşmerge di derheqa livîna hêzên neqanûnî yên ku duhî li Kolecoyê xwe gehand nêzî bîrên petrolê de got, “Wezareta Pêşmerge yekser hat ser xetê, bi Serokê Erkanan re ku bi aliyên peywendîdar ên Îraqê re bizav kir girjî çê nebin.”
Lîwa Rukin Hoşmend Reşîd tekez jî kir, “Wezareta Pêşmerge lijneyek ji bo wê rûdanê pêk anî, tevî ku Lîwaya Pêncê roleke baş di rêgirtina li wê hêza çekdar de dît a ku merema wê bû bi ser wê deverê de girtiba.”
Navbirî ron jî kir, “Yekfermanî ji çavkaniyeke serbazî giring e. Em li qonaxekê ne, diçin bin yek biryarê ji bo livandina hêzan.” Herwesa got, “Ew lîwayên li Kolecoyê rê li hêzên çekdar ên neqanûnî girt bi fermana Wezareta Pêşmerge livîn kir.”
Cîgirê Serokerkanê Karûbarên Îdare û Mîre herwesa ragehand, “Serkirdetiya siyasî tekez dike ku hêza Pêşmerge li jêr yek biryar be, ji bo ku ew rûdanên di dema borî de û xasma li 16ê Cotmeha 2017ê çê bûn dubare nebin û Pêşmerge li jêr yek ferman be, ku Serokê Herêma Kurdistanê fermandeyê hêzên çekdar e, desthilata livandina hêza Pêşmerge heye, lêvegerê bilind dikare livînê bi wan hêzan bike.”
Lîwa Rukin Hoşmend Reşîd li ser hebûna DAIŞê li wê deverê got, “DAIŞ li Kolecoyê nîne, lê wê hêza neqanûnî xwest bizane Pêşmergeyan çi şiyan ji bo rûbirûbûnê hene.” herwesa got, “Eger wê yekê li cihekî dubare bikin, cihê gomanê ye, ji ber ku Pêşmergeyan çi zanyar I ser wê livînê nebûn.” Amaje jî da ku divê ew wekî Pêşmerge wê livîna serbazî wekî zeng bihesibînin. Eşkere jî kir, “Sedema rûdana Kolecoyê valahiya ewlehiyê bû, ji duhî ve Wezareta Pêşmerge biryar daye wan valahiyan pir bike.”