Konferanseke girêdayî awareyên navxwe û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi hevahengiya Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê, Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî konferansa awarebûna navxweyî û mafên mirovan di çarçoveya pilana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan de bi rê ve dibe.

Zêdetirî yek milyon aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn û hikûmet 80% ya xerciyên xizmetkariyên wan dabîn dike. Armanca vê konferansê jî ew e ku balê bikişîne ser derfetên alîkarî û piştgiriya bendên girêdayî aware û penaberan.

Di ser neseqamgiriya Rojhilata Navîn re, Herêma Kurdistanê penageha aram a zêdetirî yek milyon aware û penaberan e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî pîverên navdewletî bûye û 80% ya xerciyên xizmetkariyên wan bi stûyê xwe ve girtine.

Di berdewamiya bizavên hikûmetê de, Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî bi hevahengiya Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê konferansa awarebûna navxweyî û mafên mirovan di çarçoveya pilana Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan de bi rê ve dibe.

Armanca wê konferansê destnîşankirina rêkarên mukom ji bo baştirkirina parastin, bihêzkirin û hevgirtina awareyan, hişyarî ji mafên aware û penaberan û çarçoveya qanûnên peywendîdar e. Ji bilî wê yekê jî, ev konferans balê dikişîne ser derfetên alîkarî û piştgiriya bendên girêdayî aware û penaberan.

Niha li Herêma Kurdistanê milyonek û 22 hezar aware û penaber hene. Ji wê hejmarê jî, 723 hezar û 114 kes awareyên navxweyî ne, zêdetirî 279 hezar kesan penaber in û hejmara giştî ya malbatan jî dibe 211 hezar û 984 malbat.