Dr. Dilovan Mihemed: Li Hewlêrê ti haletên nexweşiya kolerayê nehatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê ragihand, ti haletên nexweşiya kolerayê li parêzgeha Hewlêrê nehatine tomarkirin.
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand: “Heya niha ti haleteke nexweşiya kolerayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin. Ligel wê jî ew pabendî tedbîrên tenduristî ne.
Herwiha Dr. Dilovan Mihemed got: “Li ser rapardeya Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me amadekarî ji bo her egereke pêketina bi nexweşiya kolerayê kirine.”
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê da zanîn jî: “Çend test hatine kirin ku bijîşkan gumana li ser wan hebû, lê encaman nîşan da ku ti haletek nexweşiya kolerayê nîne.”
Wî berpirsê tenduristiyê tekezî li ser wê yekê kir, pêwîst e welatî zêdetir giringiyê bidin paqijiyê, bi taybet dema xwarina li xwaringeh, otêl û li malan jî amade dikin.
Derbarê tedbîrên tenduristiyê de, Dr. Dilovan Mihemed got, tîmên wan berdewam in li ser çavdêrîkirin û pişkinîna cihên giştî û çavkaniyên avê, ji bo zanîna rêjeya paqijiyê, ji bo parastina jiyana welatiyan.
Di van rojên dawî de li Silêmaniyê gelek haletên nexweşiya kolerayê hatin tomarkirin û rêveberiya tenduristiyê ya Silêmaniyê bang li welatiyan kir ku zêdetir pabendî tedbîran bibin.