Yoko Fujimura: Em dixwazin çareseriyeke herdemî bo arêşeya aware û penaberan peyda bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê li Îraqê radigehîne, “Em dixwazin çareseriyeke herdemî ji bo arêşeya aware û penaberan peyda bikin.” Herwesa dibêje, “Min gelek rêz ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, ji ber bizavên wê ji bo hewandina aware û penaberan.”
Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê li Îraqê Yoko Fujimura ji K24ê re ragehand, “Min gelek rêz ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, ji ber bizavên wê ji bo hewandin û dabînkirina seqamgiriyê ji awareyan re li derveyê kempan û li nav kempan.”
Yoko Fujimura herwesa got, “Hêşta gelek kar maye pêxemetî aware û penaberan bê kirin, em dê hemî karan ji bo parastin û xizmetkirina wan ji aliyê derûnî û leşî û heta tendirustî jî ve bikin.”
Berpirsa Nivîsîngeha Hewlêrê ya Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê li Îraqê di pareke a gotinên xwe de tekez jî kir, “Em dixwazin çareseriyeke herdemî ji wan re peyda bikin.”
Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Sêşem, 27.08.2024) li bajarê Hewlêrê konferanseke girêdayî awareyên navxwe û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê bi rê ve bir, ku Rêkxistina Navdewletî ya Koçkirinê piştevaniya rêkxistina wê dikir.