Hevpeymaniya Urûbeyê: Guhertin di postên îdarî yên Kerkûkê de tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Hevpeymaniya Urûbeyê radigehîne, “Di rojên bê de guhertin çê dibin û mimkin e hevkêşeya îdarî ya niha ya Kerkûkê bê guhertin.”
Civata Parêzgeha Kerkûkê lijneyeke heft kesî pêk aniye û heftiya bê serdana Hevpeymaniya Erebî û PDKê û Bereyê Tirkmenî dike, ji bo ku ew alî jî tevlî pêkanîna îdareya Kerkûkê bibin.
Şêx Zahir Asî yek ji endamên wê şandê ye û dibêje, “Ji bo me gelek giring e ku PDK û Bereyê Tirkmenî tevlî pêkanîna îdareya Kerkûkê bibin.”
Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Şêx Zahir Asî ji K24ê re got, “Heftiya bê em diçin cem PDKê û Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî, ji bo ku em bizanim ew dê çi bikin.” Herwesa got, “Em amade ne ji bo birayên xwe destan ji mafên xwe jî berdin.”
Hevpeymaniya Urûbeyê jî got, “Di rojên bê de guhertin çê dibin û mimkin e hevkêşeya îdarî ya niha ya Kerkûkê bê guhertin.”
Endamê Hevpeymaniya Urûbeyê Ezam Hemedanî ji K24ê re got, “Em bi lihevguhertina postan re ne, em dixwazin hemî alî pişkdar bibin. Danûstandin bi wan aliyan re hene yên ku li derveyê wê îdareyê ne, heta radeyekî şertên wan tên bicihanîn.” Herwesa got, “Li van nêzîkan hûn dê guhertinan di postên îdarî û hevkêşeyên civatê de bibînin.”
Li dû zanyarên K24ê, aliyê Erebî li Civatê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) razî bûye ku, postê Parêzgerê Kerkûkê bi awayê geh û doranê be, salek û du mehan bi Tirkmenan bê dan ji bo ku ew tevlî îdareya nû ya Kerkûkê bibin, herwesa postê Cîgirê Parêzgerê Kerkûkê jî bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bê dan.
Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.