Tirkiye kuştina berpirseke PKKê li Silêmaniyê radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) kuştina berpirseke PKKê li Silêmaniyê radigehîne.

Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) îro (Çarşem, 28.08.2024) ragehand, di operasyonekê de li bajarê Silêmaniyê Gulistan Tekîk kuştiye ku berpirseke PKK/KCKê bû.

Ev di demekê de ye ku pêştir Dijeterora Kurdistanê ragehandibû, seet 11:00 ê sibeha roja Înê, 23.08.2024, droneke artêşa Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên PKK li nêzî gundê Tepereşê yê qezaya Seyidsadiqê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kiribû, ku di encamê de berpirsekî PKKê û şofêrê wî û çekdarek hatibûn kuştin.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê ragehandiye ku, di operasyonên hêzên wan de di dema her du heftiyên borî de zêdetirî 38 çekdaran hatine kuştin û piraniya wan girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûn.

Li dû amarên Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê, hejmara wan kesên ji destpêka Berçileya 2024ê ve hatine kuştin gehiştiye hezar û 763 kesan, ji wan jî 868 kes li Herêma Kurdistanê û 895 kes jî li Rojavayê Kurdistanê bûne.