Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 156 hezar kes bêkar in
Stenbol (K24) – Bêkarbûn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di zêdebûna berdewam de ye, ligor TÛÎKê Saziya amarên wî welatî, di çareka duyem ya sala 2024ê de hejmara bêkaran li gor çareka yekem, 23 hezar kes zêde bûne û gihiştiye 3 milyon û 156 hezar kesan. Beşek ji bêkaran, pirsa bêkariyê, di qeyrana aboriyê de nabînin û di wê baweriyê de ne ku, penaber bûne sedema bêkariya wan û nanê wan ji destê wan standine. Lê berevajî vê nerînê beşeka xwedî kar û bazirgan jî dibêjin, li Tirkiyeyê pirsa bêkariyê nîne, pirsa ne ne razîbûna bi hemû karekî heye, hindek kes hindek karan nakin û betal dimînin.
Helawsana dijwar a li Tirkiyeyê û pirsgirêka bêkariyê dibe yek ji sedemeka din a dijayetîkirina penaberan. Beşek welatiyên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku, zêdebûna hejmara penaberan derfetên karî ji dest wan standine û ew bûne penaberê welatê xwe.
Mihemed Taş jî yek ji wan welatiyan e ku ev demek e bêkar e û li gor wî ji ber ku penaber bi pareyeka erzan dixebitin, ew nikarin bi dilê xwe karek peyda bikin.
Mihemed Taş: “Em nikarin kar peyda bikin. Hemû biyanî kar dikin. Sûrî ne, Tirkmenîstanî ne. Ew bûne xwediyê Tirkiyeyê, lê em bûne biyanî. Ji me re kar nehiştin. Divê penaber ji Tirkiyeyê biçin. Ji kû hatine divê biçin wir. Herwiha divê ji pirsgirêka aboriyê re jî çareyek were dîtin. Wiha nabe. Dê rojek ev aborî rawest e.”
Lê kardêr li dijî vê nêrînê ne û li gor wan li Tirkiyeyê pirsgirêka bêkariyê nîne pirsgirêka neecibandina karî heye.
Kardêrekî ji kertê geştiyariyariyê dide zanîn ku, ew karker digerin lê nikarin peyda bikin. Bi neçarî penaberan digrin kar. Li gor wî penaber hem dilxwazê karî ne hem jî gazind ji şert û mercên karî nakin.
Karsaz Ufuk Ate: “Li gor min civaka me, kar naecibîne. Niha kertê geştiyariyê nikare karker bibîne. Li welatê me derfetên karî gelek in lê ciwan hez nakin bixebitin. Em jî neçar in penaberan bigrin ser kar. Herçend penaberên karzan berê xwe dabin Ewropayê û yên bêwesif li Tirkiyeyê mabin jî em wan perwerde dikin û kar didin wan.”
Li gor raporeka Neteweyên Yekgirtî ya sala 2020ê, li Tirkiyeyê pişka karkerên penaber di nava karkerên Tirkiyeyê de ji sedî 2.9 e. Ev amar yek ji delîlên fermî ye ku penaber ne serçaveya bêkariya welatiyên Tirkiyeyê ye.
Her çend pirsa bêkariyê yek ji encamên diyar a qeyrana aborî be, bikaranîna karkerên penaber wekî hêza karkeriya erzan nehênî nîne. Lewma kesên ne nîjadperest in jî ji ber pirsa debara jiyanê bi neçarî dijayetiya penaberan dikin.